Mirkut bînin vî ali, zend û bendan vê malî Doxê bigirin û rakin, bila dangoh binalî
Him dano, him xwarino, him jiyano Kesê nekin bê îmano, kesê bikin jîn û jîyano
Hey ne li mal e ne li mal e, lawik hate pês mal e Ber bira te bê hal e, ji kerba keçikê dinale Xwêda ava bike vê malê, keçikê bike li bermalî
Danê me ye, pel kuteye Ew xwêdana, eniya me ye Axa nexwe, xatûn nexwe Ev ji keda, destê me ye
Lawno rabin dan lêdan in, tev lê bidin nan û dan in Zar û zêçên me birçî bûn, li payiz û zivistan in Spas ji xwêdayê xwe bikin, daye me ev nan û dan e Bila emrê me wiha neçe bê azadi bê îman e |